Qijik û Rovî- La Fontaîne

Di daristaneke de, li ser daran Qijikeke reş dijîya. Li nêzî daristanê jî gundekî hebû. Qijikan, ji gund tim û tim xwarin dizî dikir. Lema gundîyan navê Qijikên Diz li wan ajalên reş kiribûn. Rojek ji wan Qijikên Reş yek ji gund serîkî penîr dizî dike. Penîr di nav nikilê wê de diçe ser darê vedinişe. Li derdor dinêre, gawa derdorê de kesî nabîne, xwe amade dike ku penîr bixwe. Dê wê çaxê de rovîyek ji wir derbas dibe. Bêhna penîrê ter û teza diçe. Li pey bêhna penîr dikeve heta binê dara ku Qijik li ser veniştiye dimeşe. Dilê wê diçe penîr û dixwaze bixwe. Tiştek dikeve serê wê, ser ê xwe bilind dike û bi fêlbazî dibêje, roj baş, xwişkê! Tu îro çiqas delal î. Pûrtê canê te dibinê tava rojê de çi xweş dibiriqe. Bi çav û baskên xwe… Tu çiqas bi esl î. Qijik, serê xwe xwar dike, dike mizemiz lê ji ber ku devê wê tijî ye tiştek nabêje. Rovî, bi ken gotina xwe berdewam dike û dibêje: Min bîhîstîye dengê te jî gelek xweş e, ajal hemû bi dengê te kêfxweş dibin.

Dilê Qijikê bi gotinên Rovîyê xweş dibe. Ji cihê xwe radibe. Rovî gava dibîne Qijik xwe geş dike, gotinên xwe berdewam dike. “Ez dixwazim dengê te yê delal seh bikim. Ez gorî, bi dengê xwe yê hewrîşmî tu ji min re nastrî? Li ber xweşikîya te çavên min venabin. Di daristanê de kesên wekî te tune ne. Guhên min jî dixwazin dengê te yê delal seh bikin. Ji kerama xwe Qijika delal, min ji vê şahîyê bêpar nehêle.”
Qijika dînik û reben dixape, bi dengê xwe yê nexweşik gava dibêje “qaq” penîr ji devê wê dikeve. Rovî penîr li hawa diqefile û dixwe. Gava ji wir dûr dikeve wisa dibêje: “Qijika delal, nebe nebe tu bawerîya xwe bi gotinên xweş bînî. Bawerîya xwe bi kesên ku dibêjin dengê te xweş e neyne!”