Dîk û Rovî- La Fontaîne

Berê di çewlikekî de dîkekî delal dijiya. Dîko, her şeveqê radibû, diçû ser dareke ku nêzî çewlikê bû û azan dida. Ajalên çewlikê ji xew şîyar dikir. Li nêzîkî çewlikê jî rovîyek dijiya.

Rovî, bi dengê Dîko, difikirîya û di dilê xwe de digot gelo ez ê wî çawa bigirin û bixwim. Rovî her sibê, bi dengê Dîko radibû, diçû bin dara ku dîk li ser azan dide û bo wî bixapîne û ji serê darê bîne xwar, bi lawayî û heyranî tişt neman digotin. Rojek Rovîyê fêlbaz ji Dîko re dibêje, Biradîko, dengê te çiqas xweş e. Pûrtê te rengorengo û birqonek e. Kimika te wek taca serê şahan serê te dixemilîne. Ez dibêjim qey di dinê de ajalekî ji te xweşiktir tine ye. Ez dixwazim bi yekî wekî te re havaltî deynim. Tu bi min re nabî heval, Biradîko? Fêlbazîya Rovîyê Dîko gelek aciz dike lema Dîko bo xwe jê xilas bike difikire.

Ez ê çima bi te re hevaltî nekim, ez jî dixwazim bi fêlbazekî wekî te re bibim heval. Lê pêşniyareke min heye. Hevalekî min ê ji dil û can heye, kûçik e, navê wî jî Qerebaş e. Bila ew jî bi me re be. Em ê bibin sê bira. Kûçikekî dir û hêrs e. Ê me biparêze. Ger tu bixwazî ez ê niha gazîyê wî bikim bila were.
Rovîyê fêlbaz dibêje, na na, bila îro bimîne, karê min gelek e û diçe. Êdî qet naçe cem Dîko. Pîştî wê rojê Dîko êdî li ser darê bi dilekî rehet azan dide.