Mişkê Bajêr û Mişkê Gundan- La Fontaîne

Gelek gelek salan berê mişkekî bajêr û mişkekî gundan bibûn hevalên hev. Herduyan ji hev gelek hez dikir. Dostanîyeke xweş li nav wan çêbibû. Mişkê bajêr tim û tim diçû serdanîya Mişkê gund. Bi hev re bi dil xweşî li çolan digeriyan. Bi dilê xwe baz didan, hildipekîyan, xwe gêr dikir.
Rojek ji rojan, mişkê bajêr, hevalê xwe vedixwîne xwarinê û dibêje: Sibê êvarê were mala me. Ez ê xwarinên xweş ji te re amede bikim. Bila zikê te hinek kêf bike. Mişkê gund bi vê vexwendinê gelek kêfxweş dibe. Xeyalên xwarinê dike. Heta serê sibê di xewnên xwe de penîr, şîranî û pasteyan dibîne. Û li mala mişkê bajêr amedekirineke bêdawî dest pê dike. Xwarin û pasteyên cûr bi cûr tên çêkirin. Ji sibê heta êvarê, amedekarîyê dike. Gava dibe êvar, mişkê gund radibe û diçe mêvandarîyê. Gava mêze dike, dibîne ku mase bi xwarinên cûr bi cûr xemlandî ye. Ti kêmasî tune ye. Zû li sifrê rast dibin. Bi xweşî dest bi xwarinê dikin.
Mişkê gund dil dike pêşî ji paste loqekî bixwe. Gava çetela xwe dirêj dike ji derve deng tê. Mişkê bajêr zû bazdide qula xwe. Li pey wî jî mişkê gundan bi zorê dikeve qulê. Dilê wan dike kutekut. Mişkê gundan dipirse: “Gelo pisînga malê bû?” Mişkê bajêr dibersivîne: “Ez dibêjim qey teqereqa wê bû.” Piştî teqereqê dîsa li ser sifreyê rast dibin. Lêbelê carek kêfa wan herimîye, ketine qilqalê. Mişkê gundan îcar çetela xwe dirêjî kiloran dike. Gava kilorê dibe ber devê xwe cardin deng seh dikin. Herdu bi hev re, bilezûbez dikevin qulê. Ji tirsan rûçika wan zer dibe.
Lerz bi canê wan digire. Mişkê gund jê dipirse: “Gelo bermalîya malê bû?”
Mişkê bajêr, wî dibersivîne: “Ez dibêjim qey ew e lê baş nizanim.”
Pîştî deng dibire, ji qulê derdikevin. Mişkê bajêr dibêje: “Biborîne. Car caran tiştên wisa diqewimin. De em xwarina xwe bixwin.” Mişkê gundan dibêje: “Na heyran, na! Ev qas bes e! Naxwazim bi tirs xwarin bixwim. Sibê tu were mala min, dibe ku em ê nanê hişk bixwin lê ti kes nikare me bitirsîne.”

Yorum bırakın