Qesra Şêrî- La Fontaîne

Şêr, rojek ajalên daristanê vedixwinîne qesra xwe. Dixwaze hem wan nasbike û hem jî derheqê pirsgirêkên daristanê de bi wan re bipeyive.
Herî pêşî hirç dikeve hundir. Bêhna qesra Şêrî naecibîne. Pozê xwe digire, mehdê xwe tirş dike û dibêje, “Offf, çi bêhneke nexweş û gemar jê tê!” Şêr, gava wan gotinan seh dike, hêrs dibe. Ra dibe li Hirçî dixe û wî dikuje. Piştî Hirçî, Meymûn dikeve hundir. Dibêje, “Ezbenî, çi bêhneke xweşik ji qesra te tê!” Şêr, dîsa hêrs dibe, dibêje qey diçirçirîne û xwe pê şîrîn dike lema lê dixe û wî jî dikuje. Piştî wan bûyeran rovî devê xwe venake. Vê carê Şêr ji Rovî dipirse û dibêje: “De bêje, te qesra min eciband? Bêhna wê çawa ye?”
Rovî difikire û bi fêlbazî dibêje: “Şêrê min ê delal, ez van rojan bapêşî bûme, bêhn nayê min!”

Yorum bırakın