Diz û Ker- La Fontaîne

Li ser kera ku dizîne
Du diz bi hev ketine
Yekî gotiye em bifroşin, yê dî gotiye nabe
Bi kulman bi hev ketine.
Dizên me gava li hev dixin
Dizê sêyem tên keran didizin
Ker, carna welatekî reben e;
Diz jî carna ev, carna ew şah e
Ha ji Transilvanyayê ye, ha Tirk e ha Macar e.
Min di cihê diduyan de sê mînak dan, bi comerdî
Gelek ker hene ji wan çimkî
Dagir kirina welatan
Ji wan re namînin pirê caran
Gava ew bi hev re dikin şer
Dizê çarem tê dest dide ser ker.