Xemgînîya Tenêtîyê-Furûx Ferrûhzad

Li pişt şibakê berf dibare
Li pişt şibakê berf dibare
Destek tovê xemê diçîne
Di bêdengîya dilê min de.

Pîştî te wisa dawîya jiyana min dît
Spî bû porê te, hey berfê
Lê tu li dilê min barîyayî
Ne li ser gora min.

Wekî şexakî diricife laşê min
Ji sermaya tenêtîyê.
Tirsnakîya tenêtîyê
Xwe berdide li tarîtîya dilê min

Êdî tu germ nakî dilê min, Evînê
Hey tava qerisî
Dilê min çola bêhivîtîyê ye
Westîyayî me, ji evînê westîyayî.

Hey şeytana xapînok, helbest
Bişkoka dilşa ya te jî hişk bû,
Dawîya dawîn hişyar bû
Giyana min ji vê xewa xembar.

Ji vê pê de min li çi mêze kiribe
Min şeraba hestbir dît.
Çi heyfe ku tişta ez li digeriyam
Xeyala xewnekê bû.

Xwedayo, derîyê dojehê webike bo min
Ez ê heta kengê veşêrim di dilê xwe de
Hewesa germahîya dojehê

Min pir dît tava ku li rojava diçe ava
Lê çi heyf e li bakûr vemirî
Tava min a ku ti car nediçû ava.

Jê pê ve ez li çi digeriyam
Jê pê ve ez çi çavderî dikim?
Barandina dilopeke sar a rondikan,
Gorek germ divê ji min re bo razanê.

Li pişt şibakê berf dibare
Li pişt şibakê berf dibare
Destek tovê xemê diçîne
Di bêdengîya dilê min de.

Yorum bırakın