Masîgir û Masîyê Zêrîn-A.S. Pûşkîn

Çîroka Masîgir û Masîyê Zêrîn ya A.S. Pûşkînî ji hêla Cesimê Celîl ve di sala 1937an de li Rewanê hatiye wergerendin. Ev çîrok yek jê “Çîrokên Brayên Grîmm”ê ye. Pûşkînî ev çîrok careke din, bi helbestî û şêwazeke nû nivîsandiye. Ev çîrok di nav çîrokên Grîmman de bi navê Masîgir û Jina Wî bi cih digire.

Mesîgirekî kal jina xweye pîr
Kêleka bera mezinda diman.
Ji berê kalê tim mesî digirt,
Pîrê jî malda teşî badida.
Awa tevayî wana emir kir,
Holika kevnda sîsê sal temam.
Û rojekê jî kalê çû berê,
Ku mesî bigre bi tora berê.
Kalê şa û eşq tor avît avê,
Û cara ewlin lîl derxist tenê.
Cara duda jî tor avît berê,
Bi gîhê berê tor hat vê carê.
Lê cara sisya çaxê tor avît,
Dikarin bêjin qe kalê çi dît?
Mesîke zêrîn torê derxist xwera
Qîza zêr û zer ew qîza padşê,
Mîna dîlekî ket tora kalê,
Qîza padşayê mesîyê tev bera.
Mesîya belengaz tewaqe dikir,
Bi zarê merîya jê hîvî dikir:

  • Min berde kalê, berde bêzirar
    Ezê bidim te pir hebûn û kar,
    Çi ku bixwezî, çi emir bikî,
    Bawarke tuê ji min bistînî.
    Kalê metel ma û gele tirsya,
    Ew ewqas sala mesîgir bû,
    Derheqa mesîyê ne bihîstibû,
    Wekî xeberde mînanî merya
    Xwedê tera be, here, – go kalê,
    Lazimî min nîne xizna te, male,
    Here, bigere nav pêlêd avê,
    Li paşla berê û kûraya wê.
    Kalê vegerya, hate mala xwe,
    Jina xwera got ecêba dîtî,
  • Zanî çi, jinik? îro ji berê,
    Mesîke zêrîn min girt nişkêva,
    Ez zêr dibêjim, temiz zêrê zer,
    Ecêba awa kesî nedîtye,
    Wê xeberdida eynî mîna me.
    Û hîvî dikir berdim wê ese:
    “Berde bêzirar, berde min berê,
    Ezê pir xizne bidime dewsê”

Lê min ji mesîyê tu tişt jî nexast,
Min gotê, here, here, aza be,
Here bona xwe bera kaw û şîn,
Çawa dixwezî usa jî bijî. . .
Çaxê ku pîrê ev yeka bihîst,
Gelekî dilê kalê feqîr ket,

  • Bêfem, bêaqil, – jinê got kalê,
    Qe na mesîyêra teê bigota,
    Teşteke teze bida boy malê,
    Ya me şkestîye îdî kêr nayê.
    Kalê vegerya çû berbi berê,
    Dît pêlê berê dilîstin bin bê,
    Gazî mesîyê kir ewî wê demê,
    Û mesîya zêrîn hate ber kevîyê

Tu çi dixwezî, de bêje kalê?
Kalê silav da û da caba wê:

  • Dia li te be, tu padşa mesîya,
    Min rezîl dike jina mine pîr,
    Rehetîyê nade min kalemêrî,
    Dike kute-kut, çêrî min dike,
    Teşteke teze bide boy malê,
    Ya me şkestye îdî kêr nayê.
    Gunê mesîyê hat û gote kalê:
  • Xwedê tera be, here tu malê,
    Pîra jina te bira hêrs nebe,
    Teşteke teze îro wê hebe.
    Kalê hate mal bi pê leze-lez,
    Û dît ber jinê teşteke teze.

Jin razî nîbû vê carê dîsa,
Kalê rezîl kir û da xebera,

  • Bê femê heram, te teştek jê xast,
    Ji teştê çi kar? De tu here rast,
    Diha nesekne, şûnda vegere,
    Ji mesîya zêrîn malekê bixweze.
    Kalê vegerya û çû berbi berê,
    Dît pêlê berê ser hev diçin tên,
    Hêdîka gazî mesîya zêrîn kir,
    Û mesîya zêrîn hate ber kevîyê,
  • Tu çi dixwezî, de bêje kale?
    Kalê silavda û da caba wê:
  • Dia li te be, tu padşa mesîya,
    Zef ez êşandim jina mine pîr,

Rehetîyê nade min kalamêrî,
Ew pîra sêrbaz malekê dixweze.
Gunê mesîyê hat û gote kalê:

  • Xwedê tera be, here berbi malê,
    Çawa dixwezî, bira usa be,
    Maleke teze îro wê hebe.
    Vegerya berbi mal mesîgirê kal.
    Betavebibû mala wîye kevn,
    Xanîkî teze dît bi pencere,
    Dûkêşk jî hebû li ser banê wî.
    Sobe û derî, gi sivaxkirî,
    Bi kils û kîrêc tev sipîkirî,
    Ji darê palûd derî çêkirî,

Bi destê hosta ew darda kirî.
Binîya pencerê pîra pirpişî,
Ji babaxîyê ew bû biteqe cîbcî,
Dinêda çiqas ku nifir hebû,
Temam ser zar û zimanê wê bû.
Çaxê hinekî hêrsa wê danî,
Gazî kalê kir bi medekirî,

  • Ay kalê bêfem, malek te jê xast,
    Te tirê zef tişt ji mesîya zêrîn xast?
    Vegere, here paşda berbi berê,
    U ji navê min bêje tu mesîyê,
    Diha naxwezim bimînim gundî,
    Dixwezim bibim xatûna cindî.
    Vegerîya çû ber bera hêşîn,
    Dît pêlê berê hêrs diçin û tên,
    Hêdîka gazî mesîya zêrîn kir,
    Û mesîya zêrîn hate ber kevîyê,
  • Tu çi dixwezî, de bêje kale?
    Kalê silav da û da caba wê:
  • Dia li te be, tu mesîya zêrîn,
    Rehetîyê nade jina mine dîn,
    Diha naxweze bibe ew gundî,
    Dixweze bibe xatûna cindî.
    Gunê mesîyê hat û gote kalê:

Xwedê tera be, here berbi malê,
Ji îro şûnda pîrejina te,
Bira ji gundîtîyê îdî aza be.
Paşda vegerya û çi dît kale?
(Wî tirê xewn bû, ber çeva vebû)
Maleke bedew, sivdera jorin,
Pîrê sekinîye mînanî xatûn,
Xwekirye êlek ji postê werşeq,
Li serî kofî, dilê wêye eşq,
Stu xemilî bi morî, mircan
Tilîda gustîlk, qaşê cewahir,
Kondire pêne bi rengê xût sor,
Û libasê lê tev hevirmişin,
Li ber destê wê gele xulamin.

Mêrê xwe ku dît, ew gele har bû,
Lêda xulama ji çûk û mezin.
Kalê bi ricaf nêzîkî wê bû,
Ber wê pate da û wa gote wê:

  • Roja te bi xêr xanim-xatûna min,
    Niha tu razîyî, diha hêrs nabî?
    Wê pîra sêrbaz usa kir qîrîn,
    Ziravê kalê qetya cîb-cî,
    Emir kir, wekî dest xweda here,
    Tewlê temizke û wir ebûrke.
    Du sê led ancax hê derbazbûbûn,
    Ew xatûna pîr dîsa har bibû,
  • Zû bilezîne, – gote mêrê xwe,
    Û ji navê min mesîyêra bêje,
    Diha naxwezim stîtîyê bikim,
    Dixwezim, wekî bi xwe padşa bim.
    Ser vê xeberê kalê ricifî,
    Bi tirs û ricaf wa gotê ewî:
  • Jinik, dîn bûyî, ez te fem nakim,
    Gelo tu zanî qe çi dixwezî?
    Ca xwe binhêre, bejin û bala xwe,
    Zimanê xwe til, rêçûna xwe xar.
    Layîqî padşê çi heye ser te,
    Wekî dilê te usa dixweze,

Were bibihê, gura mida be?
Temamîya dinê wê me bikene.
Diha tab nekir pîrka meye pîr,
Kalemêrê wê xeberê kutake.
Usa kir gazî û usa qîrya,
Ku ban û dîwar temam ji cî hejya.
Çawa dil dikî ay mêrê kotî,
Şemaqek lêda lê kire gazî:

  • Tu turiş dikî, nepakê nezan,
    Min xatûnêra bikevî rikê,
    Ez emir dikim emirê maqûlî,
    Dest xweda herî bi xwestina xwe,
    Hergê ku naçî va vir xulamin.
    Kalê vegerya çû kevîya berê,

Bera hêşîn temam reş bibû,
Ewî hêdîka gazî mesîyê kir,
Û mesîya zêrîn hate ber kevîyê,

  • Tu çi dixwezî, de bêje kalê?
    Kalê silav da û da caba wê:
  • Dia li te be, tu mesîya zêrîn,
    Dîsa şer dike jina mine pîr,
    Bibaxşîne min, ez zef şerm dikim,
    Xwestina pîrê ji tera bêjim?
    Rehetîyê nade, ez kuda herim?
    Ketime agir û xilaz nabim,
    Divêje, – here, – ewjinakafir,
    Û ji navê min mesîyêra bêje,

Naxazim diha stîtîyê bikim,
Dixwezim bibim ez padşa aza.
Gunê mesîyê hat, wa gote kalê:

  • Xwedê tera be here ber bi malê,
    Bira xwestina jina teye pîr be,
    Ji îro şûnda padşa aza be.
    Dikarin bêjin kale qe çi dît,
    Wextê vegerya, berbi mala xwe hat?
    Diha çi mal-hal, dewsa wê yekê,
    Koşk-serak mezin pêşberî xwe dît,
    Minarêd bilind sûrkirî temam,
    Serayêd bedew, otax bêhesab,
    Meriv şaş dima, ku diçû hundur,
    Û çû hundurê koşk-sera fire,
    Ber çeva vebû dîdemek teze,
    Çaxê ewî dît pîrejina xwe,
    Jina wî bibû padşake aza,
    Û bi kêf û eşq ser text rûniştî,
    Mîrêd pir mezin, temam xan û beg,
    Mîna xulama şpya sekinî,
    Bona wê padşê dadigirtin îçkê,
    Û bi tirs û xof çeva dinhêrîn,
    Sivderê tije esker sekinî.

Şûrê zilfeqar li ser milê wan,
Tenê pîrê bû ser text rûniştî,
Û kes newêrbû, bi wêra rûnişta,
Lê xwarin-xurek ewqa pir zef bû,
Ku têra temam sed merîya hebû,
Çi xurekê xaş bi cûrê teze,
Temam qelandî û tijî bû rez.
Pîrê nan dixwar bi medekî xaş,
Bi fîncana kaw îçke vedixwar,
Û axrîyê jî totikê şîrin xwar,
Ko t wana bimîne ser zar.
Ev yeka ku dît kalê ecêb ma,
Ewî xwe avît pîyê jina xwe:

  • Slav ji tera, tu padşa zor

Mezinaya te timê dinê be.
Pey vê xeberê ewî piste-pist,
Wa pirsî hêdî pîra jina xwe,

  • Niha, wekî tu bûyî xayî bext,
    Ez texmîn dikim, wekî razîyî.
    Ew pîra padşa qe xeber neda,
    Qe nenihêrî rûyê mêrê xwe,
    Bin pozê xweda ewê emir kir,
    Ku berî wî din, bivin ji wira.
    Hema ku emirê padşajin derket,
    Temama hazirîya xwe nîşan danê,
    Mîrê pir mezin, temam xan û beg,
    Mînanî tejîyê nêçîrvana bûn,
    Wana du-sê kulm li kartikê dan,
    Û ji koşk-serê berî kalê dan.
    Qerewilê bi şûr sivderê sekinî,
    Bi balte hazir berbi kalê bezîn,
    Her yek bi xwera hat ji alîkî,
    Û hindik mabû, ku bijenin wî.
    Bi teherkî kalê aza bû,
    Û derva temam pê kenyan, şabûn,
    Kû meriv tirê bin baran-heryê,
    Temam civyîayî mabûn lê hîvîyê,
  • Çiqas rind kirin, ay kalê nezan,

Gava xweye xar kêra davêjî?
Bira ew yeka bive pak şîret,
Ku carke dinê neyêyî tu nêzîk.
Awa du-sê led pey hev derbaz bûn,
Û hersa pîrê dîsa pir rabû,
Ewê mîrê xwe şande pey kalê,
Ku wî bivînin û bînin balê,

  • Niha tê herî bal mesîya zêrîn,
    Dilxastina min wêra wa bêjî,
    Tuê kunde bî, silavê bidî,
    Difxastina min wêra wa bêjî:
    Bêje, naxwezim bivim padşajin,
    Dixwezim bivim xudana bera,

Berê bêkenar bin destê minbin,
Û mesyîa zêrîn xulam be bal min.
Ku ew li ber min timê hazir be,
Çi ku bixwazim hertim biqede.
Kalê ker û lal guhdarîya wê kir,
Ewî tu xeber negote pîrê,
Vegerya û çû ber kevîya berê,
Dît lî bera mezin ba û bagere,
Bi dengê melûl gazî mesîyê kir,
Û mesîya zêrîn nêzîkî wî bû:

  • Tu çi dixwezî, de bêje kalê?
    Kalê silav da û da caba wê:
  • Mesînga zêrîn, tu timê remî,
    Jina mine pîr dîn bûye temam.
    Çi bêjim jêra, xebera nabînim,
    Hetanî kengê dêstda bizêrim?
    Diha naxweze bimîne padşa,
    Binhêre, pîrê qe çi dixweze,
    Dixweze bibe xudana bera,
    Û ebûr bike berê mezinda,
    Berê bêkenar kûr û fireda,
    Ku mesîya zêrîn xulama wê be,
    Çi ku bixweze, ji tera bêje

Û xwestinê wê cîb-cî biqede,
Û mesîya zerîn ker û lal bihîst.
Û neda ewê caba wî kalî,
Poçka xwe li rûyê berê da,
Û bi ker ew çû kûraya berê.
Gele ma hîvîyê kalê bi melûl,
Lê mesîya zêrîn diha kivş nebû.
Kalê vegerya ku bêje jinê,
Wekî qezîke çawa lê dest da.
Û çû, qe çi dît? Çi bibe pake?
Dîsa holika kevn bû ji xalyê,
Jina wîye pîr rûniştî bin sîyê,
Ew teşta şkestî dîsa li ber wê.

Yorum bırakın