Keçika Kumsor

       

Berê keçikeke şirîn û biçûk hebû, kê ew bidîta dilê wan lê dikeliya, bi teybetî jî dilê pîrika wê. Wisa ku nedizaniya jê re çi bike. Carek ji şîfon kumeke sor dîyarîya wê kir. Kum wisa lê hatibû ku ji serê xwe dernedixist. Jiber vê herkesî bi navê Kumsorê bang lê dikir. Rojek dayika wê jê re got: “Ca were Kumsorê, van qurabîyan û vê şerabê bibe ji pîrika xwe re. Rebenok nexweş û bêhal e, dê ev jê re baş bin. Zû bike ku berê hewa germ bibe tu xwe bigihînî. Nebe ku tu ji rê derkevî, wir de û vir de biçî. An na tu yê şûşê bixînî û bişkînî û dê pîrika te bêşerab bimîne. Gava ku tu ketî hundir ji bîrneke, bêje roj baş, li her quncikê jî nenêre.”
Keçikê got, “Mereq neke!” û wan ji hev xatir xwest.
Mala pîrika wê di nav daristanê de bû daristan nîv seet ji gund dûr bû. Kumsor, çawa ket nav daristanê ew û gur rastî hev hatin. Lê ji ber ku nedizaniya gur heywanekî çawa xirab e jê netirsiya.
Gurî got: “Dem baş, Kumsorê!”
“Spas dikim, biraguro!”
“Vê şeveqê zû tu wisa ku de diçî?”
“Diçim mala pîrika xwe!”
“Ev çî ye di binê pêştemala te de?”
“Qurabîye û şerab e. Me qurabî do çê kirin, ev dê jê re baş bin.”
“Kumsorê, pîrika te li ku derê rûdinê?
“Li daristanê, tu çareyeke din jî bimeşî tu yê sê darberûyên mezin bibînî. Mala wê pêşîya wan e, li derdorê jî darbindeq hene.”
Gurî di dilê xwe de sêwirand û got: “Ev keçika ter û ciwan li gorî devê min e, goştê wê dê ji yê pîrika wê xweştir be.Tu hinek jî mizewir bi tu yê herdu yan jî derdest bikî.”
Demek bi hev re meşiyan. Gurî Demeke şûnve wisa got: “Kumsorê, ca li derdora xwe, li gulîlkên xweşik binêre. Qey tu wîtîna çûkan jî nabihîzî? Tu dibê qey berê te dane dibistanê, tu serê xwe hiltînî û diçî lê daristan çiqas xweş e.”
Kumsorê çavên xwe wisa vekirin. Gava dît ku çirûskên rojê di nav kulîlkan de çava diberiqe, fikirî û wisa got: “Ez ji pîrika xwe demetek kulîlkan bibim ê kêfa wê were. Hê zû ye, ez ê di wextê xwe de bigihîjim mala wê.” Ji şahrê derget û li kulîlkan geriya. Gava yek jê dikir, bo ji wê xweşiktir yeka din bibîne û biçine ket nav kûrahîya daristanê.
Di vê navberê de gur rasterast çû mala pîrika wê. Lê derî xist.
“Tu kî yî?”
“Ez im, Kumsor im! Min ji te re şerab û qurabî anî, derî veke.”
Pîrika extiyar wisa ew bersivand: “Pê li bizmikê bike. Ez bêhal im nikarim rabim.” Gurî, pê li bizmikê kir û deri vebû.
Gurî ti tişt negot û ber bi livînan çû û pîrika belengaz xwar. Paşê cilên pîrikê lê xwe kirin û melhefa* wê jî di serê xwe de girê da. Dawîyê jî perde kişand û kete binê cî.

Kumsorê bi têra serê xwe, heta bi qasê ku êdî nikaribe bigre xwe kulîlk çinandibûn. Ji nişka va pîrika wê kete bîra wê û ew bi lez kete rê. Gava derîyê derve li ser pişt dît matmayî ma û gava ku ket hundir ecêb hîz kir. Xwe bi xwe got: “Çi bi min hatiye? Çima tirs ketiye dilê min? Lê ez tim bi kêşxweşîyê dihatim vir.” Û got, “Rojbaş!” Bersiva wê nehatdayîn. Nêzî livînan bû perde kişand.
Pîrikê, xwe di nav cî de pehn kiribû, bi melhefê ser û çavê xwe pêçandibû, bi kurtî û kurmancî hinek acêb xuya dikir.
“Aa, pîrikê, gûhên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bibihîzim.”
“Aaa, pîrikê, çavên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bibînim.”
“Aaa, pîrikê, destên te çiqas mezin in!”
“Bo ez te çêtir bigirim.”
“Lê pîrikê, devê te çiqas mezin e!”
“Bo ez te çêtir gaz bikim.”
Û gurî bi gotina xwe re ew bi devekî xwar.
Piştî ku zikê xwe baş têr kir ket nav livînan, di xew de çû û dest bi xirexirê kir.

Di vê demê de ji ber derî seydvanekî derbas dibû. Di dilê xwe de sêwirand û got: “Pîrika extiyar çawa dike xirexir, de here binêre lazimîya wê heye yan na. Ket hindur û gava nêzî livînan bû wî gur dît. Gote “Dême min ê tu li vir bidîta, ne wisa, bênamûso! Ji zû de ye ez li te digerim.”
Gava çekê xwe lê rast kir, fikirî. Di be ku gurî pîrik xwaribe. Hê dikaribû ew xilas bikira. Gule berneda û meqes kir destê xwe û bi fesalê zikê wî qelişand. Gava hinek qelişand serê Kumsorê xuya kir, di wê heynê de Kumsorê xwe ji zik avête derve. Got: “Ufff, ez gelek tirsiyam. Zikê gurî jî gelek tarî bû.
Û di wê heynê de pîrik jî xêlas bû, bi zorê bêhn digirt.
Kumsorê ji nişkava kevirên gir berhev kirin û bi wan keviran zikê gurî tije kir. Gur gava ku hişyar bû xwest ji nav cî derkeve lê kevir wisa jê re giran hatin ku di cihê xwe de li erdê ket û mir.
Gelek kêfê her siyan hat.
Seydvanî çermê gurî jê kir û bir mala xwe. Pîrikê qurabîyên ku Kumsorê hanîbûn xwarin û di ser de jî şerab vexwar hate ser xwe. Lê Kumsorê xwe bi xwe wisa digot: “Dîya min mafdar e, ez ê heta dawîya jiyana xwe ji şahrê dernekevim”

Werger: Rûken Memo

Yorum bırakın