Mêş û Morî-La Fontaîne

Mêş û morî rojek dev dikin devê hev
Dibêjin tu hêjatir î yan jî ez
Mêş dibêje, ey xwedayê mezin, çavan dibe
Çawa Kizêkeke adî ya dixuşe
Çawa xwe wek min dibîne
Ma ez ne qîza hewaya ezmanî me?
Nexweşîya xwe mezindîtinê
Çawa wisa kor dike çavên wê
Ez diçin qesran û têm
Ez li ser ser sifra te rûdinim
Gava gayan ji te re dikin qurban
Berîya te ez dinêrim li taman.
Ez li ku ew qeşmera hejar li ku
Tiştê bi xwe re kaş dike û dikişîne
Qirş û qal in bi rojan dixwe.
De keçê, bêje min
Tu qet vedinişî ser serê
şahekî, mîrzakî û delalekê?
Ez vedinişim, gava bixwaze dilê min
Diçim miz didim û maç dikim serê memikên spî
Digerim û dilîzim li ser porê hewrîşmî.
Spîya wê spîtir dibe
Rûyê te yê ez li vedinişim.
Berxê, karê dawî ya jinikekê çi ye
Gava diçe ku zilaman bixirîne?
Rûyê xwe bi şanên sûnî xemlandin e.
Mêsikê, navê wan şanan bi fransî çi ye?
Tu bi pesnê kîlerên xwe
Dîsa serî li min diwerimînî.

Morî dibêje, gotina te qediya?
Nalet li te tînin di qesrên tu tê de digerî.
Tu dibêjî qey tamê wan xweştir dibe
Xwarinên ku tu berê xwedayan tam dikî?
Tu tilîya xwe dikî nav her tiştî, çi li te zêde dibe?
Karê hemû famkoran tenê ev e.
Lê ez jî reş im wekî wan.
Belê, ez dizanim tu vedinişî
Ser serê şahan jî, yê keran jî
Pirê caran veniştina te dibe mirina te.
Carna şanên sûnî jinan delal dike, rast e
Ew reş, tu reş, ez jî reş im.
Ji te re dibêjin mêş, çi li te zêde dibe
Qey meriv bi wan tiştan mezin dibe?
Ma însan ji ehmeqan re jî nabêjin Mêş?
Dev ji çirandinê berde carek
Ez guhê xwe jî nadim van gotinên wisa.
Qet nebe bi qesran şanaz nebe
Li qesran we gêzî dikin û davêjin derve.
Sîxuran jî bi dar ve dikin: peyva sîxur jî
Ji mêsê tê bi fransî.
Ma ne hûn in, Phoîbos, Xwedayê Rojê,
Gava diçin warên din germ dikin
Ji sarma, bircîbûn û cibiltî
Tepetep dikevin û diçin.
Serê pêşîn ez ew çax dikim kêfan
Ez ew çax bi dil rehetî dixwim fêkîyan.
Ez êdî naçim çîya û deştan
Nabim qurbana ba û baran.
Bêxem û bêkeser dijîm
Kulê rojên çûyî yê îroyîn didin ji bîrkirin.
Dixwazim tu ji tevlîhev nekî
Şan û rûmeta qelp û yên rasteqîn.
De bihêle ez herim, wextê min tenge
Bi pitepit tijî nabin dolav û ambar.

Yorum bırakın